Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şî'a li Pakistanê Dibin Armanca Êrîşên Terorîst


Karbidestên Pakistanî dibêjin ku bombeyeke li rex komcivîneke Şî’a teqîna û di encama wê de heft kes hatin kuştin, sê ji wan zarok bûn, û bêtirî deh kesên din birîndar bûn.

Desthilatdar dibêjin ku êrîş roja Şemîyê li bajarê Dera Îsmaîl Xan pêk hat ku nêzîkî herêma Başûrê Wezîristanê ya êlî ye.

Pakistanê bi awayekî demkî xizmeta telefonên mobayl li bajarên mezin rawestandîye jibo bombekirinên ji vî rengê neyên kirin. Gelek caran teqîn bi rîya telefonên mobayl tên kirin.

Desthilatdaran ewlekarîyê li seranserî welêt zêde kirine, piştî ku raporên sîxorîyê egera êrîşên li dijî kombûnên Şî’a li meha Muherem ya pîroz ragihandin.

Radîkalên Sunnî berê çend caran Şîa kirine armanc, bi taybetî li dema Aşûra, dema ku Şîyî mirina Îmam Hisên pîroz dikin. Aşûra îsal dikeve roja Yekşemê.
XS
SM
MD
LG