Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Redîf Misfeta: Gelek Qurbanî li Sûrîyê Hene Nayên Tomar Kirin


Komîteya Kurd ya Mafên Mirovan li Sûrîyê rojane raportekê li ser binpêkirinên mafên mirovan li Sûrîyê derdixîne ku têde jimar û zanînan derbarê kuştin, girtin û binçavkirinê li seranserî Sûrîyê dide.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, serokê Komîteya Kurd ya Mafên Mirovan li Sûrîyê Redîf Misfeta dibêje ku jimara kuştîyan li Sûrîyê roja Şemîyê gihişte 83 kesan, ku jin û zarok di nav wan de hebûn.

Birêz Misfeta herwiha dibêje ku gelek qurbanî, girtî û kesên din yên windayî hene ku rêxistinên mafên mirovan nikarin xwe bigihînin jimara wan jiber ku ti peywendî ligel kesûkarên wan tune ye.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG