Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Şewata Bengladêşê de Herî Kêm 100 Kes Hatin Kuştin


Karbidest li Bengladêş dibêjin ku bi sedema şewatê li kargeheke paytextê, bi kêmî ve 100 karker hatin kuştin, ku piranîya wan jin in.

Karbidest dibêjin, dibe ku hejmara qurbanîyan zedetir bibe.

Li gorî karbidestan, şewat şeva Şembî li avahîyeke neh-qatî ya kargeha Tazreen Fashions li Daka destpê kir û termê qurbanîyan roja Yekşemê hatin dîtin.

Nêzîkî 4,000 kargeh li Bengladêşê hene ku di biwarê faşonê de jibo brandên navneteweyî kar dikin.
XS
SM
MD
LG