Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Cotpeqînan de bi Dehan Kes li Şamê Hatine Kuştin


Li Sûrîyê, di encama cotpeqînan de 34 kes li taxeke paytaxt Şamê hatine kuştin.

Bizavkar dibêjin, paqîna îro Çarşemê taxa Jermana kir armanc ku piranî Krîstîyan û Druzî lê dijîn.

Dîmenên televîzyonê nîşan didin ku agirkuj bizavê dikin ku otomobîlên şewitî vemirînin.

Ajansa nûçeyan ya dewletê, SANA êrîş wekî kiryara terorîstan binav kir.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dibêje, di tundîya seranser welêt de pirtir jî 40.000 kes ji meha Adarê anku ji destpêbûna serhildana dijî Serokê Sûrî Beşar Esed vir ve li wî welatî hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG