Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mursî ji Biryara Berfirehkirina Desthilata Xwe Poşman Bû


Muhemed Mursî.
Muhemed Mursî.
Serokê Misirê Muhemed Mursî biryara xwe jibo berfirehkirina desthilata xwe pûç kir bi mebesta nehêlana girjîyên sîyasî û tundûtûjîyên welat dabeşkirî. Lê peyvdarekî serokatîyê got, refeanduma liser destûrî dê li demê dîyarîkirî 15 vê mehê bêt encamdan. Heta niha rikaberên Mursî çi bersiv ji biryara wî re ne dane.

Li meha bihurî, serokê Misirî biryar da ku desthilatên herî zêde bigire destê xwe û komîteyeke piranî Îslamî bernivîsa destûrê nû yê welatî amade kir. Ev du bûyer bûn sedema çêbûna xwepêşandanên mezin li seranserê Misirê.
XS
SM
MD
LG