Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştevan û Dijberên Qanûna Bingehîn ya Misirê Îro Înîyê li Kolanan in


Bi deh hezaran piştevan û dijberên qanûna bingehîn nû ya Misirê, di du xwepêşandanên cihê de îro Înîyê derketin kolanan, rojekê berî destpêbûna dengdanê.

Qanûna nû ji alîyê Serok Mihemed Morsî yê Biratîya Mislilman û grubên Selefîst yên tundrê ve têne destek kirin.

Lê, grubên lîberal, sekulêr û opozîsyona Krîstîyan ditirsin ku ew qanûna bingehîn dê azadîyên sîvîl dorteng bike jiber ku ew rola şerîata Îslamê xurt dike û qala mafên jinên jî nake.

Desteyeke amadekar ku piranî ji Îslamîyan pêk dihat, meha borî bernivîsa qanûna binghehîn qebûl kiribû.

Endamên lîberal û Krîstîyan yên wê desteyê, wekî protesto ji karê amadehîyê vekêşebûn, bi sedema ku daxwazên wan hatin pişguh kirin.
XS
SM
MD
LG