Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşekê Ser Dibistaneka Amerîkî 26 Kes Hatin Kuştin


Raport radigihînin ku li wîlayeta Connecticut li bakurê rojhilata Amerîka, di teqekirinekê de li dibistanekê, 26 kes hatine kuştin ku behra pitir zarok in.

Karbidestekî polîsên eyaleta Connecticut gote peyamhinêran ku xwendekar û mamoste di nav kuştîyan de ne û çekdarê êrîşvan jî miriye.

Serok Obama bi telefonê digel karbidestên Connecticut axifî, jibo dîyarkirina xema xwe û soz da ku alîkarîyên federalî bişîne.

Êrîş îro Înê demê sibêdê li Dibistana Sandy Hook li Newtown, Connecticut qewimî.
XS
SM
MD
LG