Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîndistan jibo Ronkirina Bûyera Destdirêjîya Seksî Komîsyonek Ava Dike


Karbidestên Hîndistanî dibêjin ew vekolînek li ser tecawuzkirina keçeke 23 salî destpê kirine.

Xwendkara saxlemî ya Hindî, di 16'ê vê mehê de ji alîyê komekê ve hatibû tecawuz kirin û dû re jî bi tundî hatibû lêdan.

Ew êrîş bibû sedema nerazîbûneke mezin li Hndistanê û gelek xwepêşandanan jibo piştgirîya keça mexdur hatibû kirin.

Berdevkê hikûmeta Hîndî û Wezîrê Darayî P. Chidambaram îro Çarşemê raghand ku komîsyoneke dadwerî hate damezrandin ku bersivdana polîsan vekole.

Chidambaram herwiha got, komîsyon dê nêrînên nû pêşnîyar bike ku New Delhi jibo jinan çawa bike bajarekî ewletir.

Keça qurbanî hîn jî li nexweşxanê ye û di rewşeke krîtîk de ye. Vekolêr dibêjin, 6 kes bi girêdayî wê êrîşê hatine desteser kirin.

Hevdem, xwepêşandêrên li seranser Hîndistanê derketin kolanan da ku ji hikûmetê bixwazin ku jibo parastina jinan, pirtir gavan bavêje.
XS
SM
MD
LG