Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Bang li Hikûmeta Sûrî Dike ku Danûstandinê bi Opozîsyonê re Bîne


Rûsya bang li hikûmeta Sûrî dike ku soza xwe ya danûstandinê bi opozîsyonê re bicîh bîne, li vê demê ku hewlên dîplomatîk yên Moskowê zêde dibin ku dawî li kêşeya 21 mehan bîne.

Wezîrê Derve Sergei Lazarov îro Înîyê got, wî daxwaz ji karbidestên bilind yên Sûrî kir ku nîşan bidin ku ew ji gotûbêjên berfireh re vekirî ne.

Rûsya piştevaneke xurt ya Serokê Sûrî Beşar Esed e, lê di van hefteyên dawî de ji rola hikûmeta wî ya ser krîza heyî re nerazî ye ku dora 45.000 kes di encamê de hatibûn kuştin.

Demeke zûtir ya Înîyê, Cîgirê Wezîrê Derve Mikhail Bogdanov ji ajansa RIA Novosti ya li Moskowê re got, wî dawetnameyeke şandîye rêvebirên Meclîsa Netewî ya Sûrî (SNC) ku jibo danûstandinan werin Rûsyayê.

Bi alîyekî din ve, Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeha wê li Londonê ye, radigihîne ku di êrîşa hikûmetê ya ser taxa Esel el Ward ya paytaxt Şamê de 1 sîvîl hate kuştin û bi dehan kesên in jî birîndar bûn.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan herwiha radigihîne ku li taxên dora Şamê û li ser tixûbê Sûrîyê yê bi Urdunê re jî pevçûnên nû destpê kirin.
XS
SM
MD
LG