Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Rûsî Tawanbarê Kuştina Awuqat Sergei Magnitsky Azad Kir


Dadgeheke Rûsî karbidestekî zindanekê azad kir ku sala 2009’ê bi kuştina awuqat Sergei Magnitsky hatibû tawanbar kirin.

Parêzvan Magnitsky bi eşkerekirina agahîyên nepenî yên ser hikûmeta Rûsî dihate nasîn.

Dadgeha Tverskoy îro Înîyê biryar da ku Dmitry Kratov di kuştina Magnitsky de ne tawanbar e.

Parêzer Sergei Magnitsky ku jiber helwesta xwe ya dijî dizî û perexwarinê dihate nasîn. Ew li zindanê mirîbû, piştî ku xelekeke fermî ya gendelîyê eşkere kiribû ku tê de dizîya 250 mîlyon dolar wekî pereyê bacê hebû.

Ev doz bûye xaleke girîng û hevbeş ji berevankarên mafên mirovan li hindûr û li derveyê Rûsyayê.

Kongresa Amerîka vê mehê Qanûna Magnitsky pejirandibû ku tê de banga cezayan dijî karbidestên Rûsî dikir ku bi binpêkirina mafên mirovan hatine gunehbar kirin.

Wekî bersiva wê helwestê, Rûsya jî qanûnek derxist ku rê li ber Amerîkîyan digire zarokên Rûs wergirin û wan xwedî bikin. Serokê Rûsya Vladimir Putin roja Înîyê ew qanûn îmza kir.

Amerîka welatê yekê ye li cîhanê ku zarokên Rûs jibo xwedîkirinê werdigire.
XS
SM
MD
LG