Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bertekên Dijî Kuştina 3 Sîyasetvanên Kurd Li Parîs'ê


Di demekê de ku gotûbêjên li ser çekdanîna PKK’ê û hevdîtinên bi Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan re li bîragiştî tên nîqaş kirin de, kuştina 3 sîyasetvanên jin li paytexta Fransayê Parîsê rojev guherand.

Sîyasetvanên jin ku ji wan Sakîne Cansiz yek ji damezirînera Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) ye, Fîdan Dogan nûnera Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK), li Ewropa ye û jineke ciwan Leyla Soylemez, do êvarê, li Buroya Enformasyona Kurdistanê ya li Gare du Nord ku li Parîsê ye hatin kuştin.

Partîya Aştî Demokrasîyê (BDP), bi daxuyanîyekê ragihand, ew kuştina sîyasetvanên jin bi tundî şermezar dikin. Di daxuyanîya BDP’ê de hate gotin, ‘Em sersaxîyê ji hemû gelê Kurd re dixwazin. Em li bendê ne hikûmeta Fransê vê kuştinkarîyê derhal ronî bike.’

Kongra Civaka Demokratîk (KCD), jî piştî vê rûdanê daxuyanîyek ji bîragiştî re ragihand ku têde dibêje, ‘Li orta Ewropayê jî li dijî Kurdan wehşet pêk tê. Divê dewleta Fransî qesasên vê rûdanê derxe holê. Em bang li gelê xwe dikin, xwedî li şehîdên xwe derkevin û çalakîyên demokratîk pêk bînin.’

Li ser kuştina 3 jinên Kurd li Franseyê, daxuyanîya pêşî ji hikûmeta Tirkîyê, ji Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partîyê Huseyîn Çelîk hat. Birêz Çelîk, dibêje, dema em li şêwaza vê kuştinkarîyê dinêrin xuya dibe ku hisabpirsîneke navxweyî be.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş, nerazîbûn ji gotinên Huseyîn Çelîk re nîşan da û got, “Li şûna ku AK Partî di vê pêvajoya xesas de, jibo ronîkirina bûyerê bi Franseyê re bikeve nav danûstandinan, dibêje, înfazeke nav rêxistinê ye û bûyerê nixûmîne. Naxwe ji yên xwedîyê vê helwêstêne dipirsim, gelo em ji ku zanin plana vê qesasîyê ne wan kiriye.’

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:19 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG