Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Kes di Zincîre Teqînan de li Pakistanê Hatin Kuştin


Karbidestên Pakistanî li parêzgeha Belûçistan roja Înîyê şînîyeke sê roj ragihandin, piştî teqînên kujer li paytexta parêzgehê pêk hatin.

Desthilatdaran gotin, hêzên ewlekarîyê hatine şandin bo bajarê Quetta, cihê ku alîyên siyasî û olî dibêjin ewê protestoyan dijî van teqînan destpê bikin.

Cenazaya qurbanîyan roja Înîyê tên kirin.

Polîs dibêjin, du bombeyên kujer roja Pêncşemê li holekê teqîyan ku di encama wan de 82 kes hatin kuştin. Ev dever gelek caran Misilmanên Şî’a lê dimînin.

Ev teqîn tenê çend demjimêran hate kirin, piştî teqîneke din li bazarekê ji bazarên Quetta rûda bû.

Di van zincîre teqînan de li seranserî Pakistanê yên roja Pêncşemê de 115 kes hatin kuştin û nêzîkî 82 kesên din birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG