Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

13 Kes di Malekê de li Sûrîyê Hatin Kuştin


Malek li nêzîkî Şamê rastî êrîşeke esmanî ya rejîma Sûrî hat.

Balafirên rejîmê roja Duşemê êrîşa bajarê Mazemîyeh kir û malek kete ber êrîşa wan û bi kêmî ve 13 kes hatin kuştin ku heşt ji wan zarok bûn, li gorî çalakvanan.

Lê belê medyaya ser bi dewleta Sûrî hêzên serhildayan hemberî kuştina xelkê sivîl li Mazemîyeh tometbar dike.

Mezemîyeh li nêzîkî Şamê ye û di bin kontrola hêzên serhildayan de ye.

Çalakvan herwiha dibêjin ku hêzên hikûmetê roja Yekşemê çend bajar bombebaran kiirn û bi kêmî ve 45 kes hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG