Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyama Serok Obama Bo Gelê Sûrîyê


Serok Barack Obama pêşkeşkirina 155 Milyon Dollarên din wek alîkarîyên mirovatî jibo gelê Sûrîyê ragihand.

Di gotarekê de roja Sêşemê, serok Obama ji civaka navneteweyî xwest ku bizavên zêdetir bikin jibo alîkarîkirina gelê Sûrîyê.

Her di wê gotarê de, serok Obama got rejîma Esed wê bidawî were û gelê Sûrîyê bi xwe biryarê li ser pêşeroja xwe didin û Amerîka hevkarîya wan dike.

Heta niha, hikûmeta Amerîkî 365 milyon Dollar wek alîkarîyên mirovatî pêşkeşî Sûrîyan kirîne û Amerîka ji hemû welatên cîhanê pirtir alîkarîya mirovatîya gelê Sûrîyê kirîye.

Temaşekirina peyama Serok Obama bi jêrnivîsa Erebî:
XS
SM
MD
LG