Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksîyonên Ser Gotinên Parlementera CHP'ê Guler Didomin


Daxuyanîyên parlemantera Partîya Gel ya Komarî (CHP) Bîrgul Ayman Guler ku hefteya borî gotibû, ‘Hûn nikarin bi min bidin gotin ku netewa Tirk û miletê Kurd wek hev in’ hîn jî babeta serekî ye ku li Tirkîyê tê nîqaş kirin.

Jiber wan gotinên Guler, nerazîbûneke xurt ji nav CHP’ê jî hat ku pêşî parlemanterê bajarê Semsûrê Salih Firat ji partîya xwe îstifa kir. Roja Duşemê jî yekane bajarvanê CHP’ê yê Kurd li navçeya Omerlî ya Mêrdînê, Yilmaz Altindag, ji CHP’ê îstifa kir.

Parlemantera CHP’ê Guler, piştî nerazîbûn û nîqaşên nav partîyê û bîragiştî, roja Duşemê li parlemanê derkete pêş rojnamevanan.

Bîrgul Ayman Guler şûna ku lêborîna xwe pêşkêşî bîra giştî bide, daxwaz kir ku kesên ku jê re dibêjin nijadperestî kirîye lêborînê ji wê bixwazin.

Jiber reaksîyonên dijî partîya xwe, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu neçar ma ku helwesta xwe dîyar bike da ku CHP bi cudaxwazî û nijadperestî neyê sûcdar kirin.

Hevseroka Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Gultan Kişanak jî do Sêşemê li parlemanê, gotinên cudaxwazî yên parlemantera CHP’ê bi tundî rexne kir ku wê hevokeke nijadperestî bilêv kirîye. Xanim Kişanak dîyar kir ku ti raveyekê jibo wan gotinên nijadperestî tune.

Birêz Kişanak dide zanîn ku divê xanima navborî jibo rizgarbûna ji nijadperestîyê, lêborîna xwe bixwaze û alîkarîya sosyo-psîkolojîk bistîne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG