Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Serokê Amerîkî bi Rêberê Opozisyona Sûrîyê re Kom Dibe


Cîgirê serokê Amerîkî Joe Biden.
Cîgirê serokê Amerîkî Joe Biden.
Cîgirê serokê Amerîkî Joe Biden li Konferansa Parastina Munich beşdar dibe, ku taybet e bi qeyrana Sûrîyê.

Konferans roja Şembî li başûra Almanyayê destpê dike, di bizavekê de jibo vedîtina çareserîyekê jibo şerê navxweyî li Sûrîyê. Pêş çend rojan, rêberê opozisyona Sûrîyê Muaz El Xetîb got ku ew yê amade ye danûstandinê ligel hikûmeta Beşar El Esed bike.

Wezîrê derve yê Rûsî Sergey Lavrov, Nûnerê Aştî yê Neteweyên Yekbûyî û Komkara Ereb Lexder Brahîmî û Muaz El Xetîb li konferansa Munich beşdar dibin.

Biryar e li perawêza wê konferansê, birêz Biden bi El Xetîb re kom bibe.
XS
SM
MD
LG