Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran û Y.E. Cihê Danûstandinan Destnîşan Kir


Navendên Navokî yên Îranê.
Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtîya Ewropa Catherine Ashton dibêje, ew hêvî dike “pêşketineke konkrêt” di gera nû de ya danûstandinên ligel Îran derbarê programa wê ya navokî peyda dibe.

Karbidestên Yekîtîya Ewropa û Îranê roja Sêşemê ragihandin ku wan lihev kirîye 26’ê Şubatê li Kazaxistanê kom bibin.

Îran û koma P5+1 ku ji Amerîka, Fransa, Rûsya, Çîn, Brîtanya û Almanya pêk tê, cara dawî Tîrmeha borî li hev kom bûn. Lê belê wê çaxê danûstandin hatin rawestandin bêy ku ti alî ji daxwazên xwe dakeve.

Hin welatên Rojava, wekî Amerîka, bawer dikin ku Îran bi hewil dide ku çekên navokî ava bike. Lê belê Îran radigihîne ku programa wê aştîyane ye.
XS
SM
MD
LG