Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Îranê: Du Keçên Mûsevî Hatin Binçavkirin


Zehra (çep) û Nêrgiz.
Zehra (çep) û Nêrgiz.
Du keçên rêberê opozisyona Îranê Mîr Husên Mûsevî ji layê hêzên ewlekarî ve hatin girtin, li gorî malpereke ser bi opozisyona Îranê.

Ev du sal in ku Mûsevî û hevjîna wî di mala xwe de hatîne binçavkirin.

Malpera Kaleme radigihîne ku keçên Mûsevî, Zehra û Nêrgiz, hatin girtin piştî hêza ewlekarî êrîşa mala wan kir.

karbidestên Îranî nûçeya girtina wan keçan piştrast nekirîye.

Girtina keçên Mûsevî di demekê de ye ku Îran xwe jibo hilbijartina serokatî ya meha 6 amade dike.

Mîr Husên Mûsevî yek bû ji kandîdên sereke yên serokatîya Îranê li hilbijartina sala 2009’ê.

Her ji Şubata sala 2011’ê vir ve, Mûsevî û rêberekê din yê opozisyonê, Mehdî Kerûbî, li malên xwe hatîne binçavkirin.
XS
SM
MD
LG