Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Dibe Hejmara Kuştîyan li Sûrîyê Gihiştibe 70 Hezar Kesan


Navî Pillay
Navî Pillay
Berpirsa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî Navî Pillay dibêje ku hejmara kuştîyan li şerê navxwe yê Sûrîyê dibe ku gihiştibe 70 hezar kesan.

Pêş pênc heftîyan, Pillay gotibû ku hejmara kuştîyan li 60 hezar kesan zêdetir e.

Di gotarekê de li Civata Ewlekarî ya N.Y. roja Sêşemê, Pillay got ku nêzîkî 10 hezar kes li demê pênc heftîyên bihurî li Sûrîyê hatîne kuştin.

Pillay herwiha daxwaz li Civata Ewlekarî kir ku pirsa Sûrîyê bigihîne Dadgeha Tawanan ya Navneteweyî.
XS
SM
MD
LG