Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ferhad Derîkî li Heleb'ê Rewşa Heyî Radigihîne


Di hevpeyvîna taybet ya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, endamê Komîsyona Rêvebir ya Tevgera Civata Demokratîk (TEV-DEM) Ferhad Derîkî şerê berdewam li Helebê dinirxîne û herwiha babetên cihêrengî jî dinirxîne.

Birêz Derîkî ku niha li bajarê Heleb’ê ye, dibêje, rejîma Sûrî kontrola gelek deveran ji destê xwe berdaye, loma jî bi êrîşa dijî Kurdan dixwaze qada xwe ya parastinê firehtir bike.

Ferhad Derîkî herwiha dibêje, yek ji armancên rejîma xunxwar ev e ku destketinên Kurdan ji holê rake, lê wê li hember berxwedana YPG’ê şikestineke mezin xwarîye.

Endamê TEV-DEM’ê bang li partî û grubên Kurdan dike ku di şerê wan ya parastina gelê Kurd de piştgirîya wan bikin.

“Gelek kes, katîbe û rêxistinên Kurdan hene ku li ser înternetê û Facebook’ê xwe dîyar dikin, lê dema şer be li qadan xuya nabin”, Derîkî rexneyên xwe ji hin Kurdan re dike.

Ferhad Derîkî dide zanîn ku heta niha Partîya Pêşverû, Partîya Yekîtîya Demokrat a Kurd ya di bin rêbertîya Şêx Alî û El Partî ya di bin Nasredîn Îbrahîm hem piştgirîya manevî û hem jî ya maddî pêşkêşî wan kirine.

Kerem kin bi lînka jêrîn guhdarîya vê hevpeyvîna taybet bikin:


please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG