Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Bitenê Cezaya Rojavayî Bizavên Navokî yên Îranê Ranawestîne


Serokwezîrê Îsraîlê dibêje ku ceribandina navokî ya Koreya Bakur ya vê dawîyê, nîşan dide ku bitenê cezaya navneteweyî programa Îranê ya atomî ranewestîne.

Birêz Benyamin Netanyahu roja Duşemê gote kombûneke rêberên navnteweyî yên Cuhî ku pêwîst e cezayên Rojavayî dijî ligel gefeyeke leşkerî ya rijd li Îranê werin kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê got ku mijara Îranê bibe pirsa serekî ya kombûna wî ligel serokê Amerîkayê dema Barack Obama li Adarê serdana Îsraîlê bike.
XS
SM
MD
LG