Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

John Kerry Diçe Misirê


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ligel karbidestên hikûmeta Misirê û çend siyasetvanên opozisyonê kom bû di yekem serdana xwe de bo Qahîre wekî wezîrê derve.

Hin rêberên opozisyona Misirê red kirin ligel birêz Kerry Kom bibim, û gotin ku Washington piştigirîya grupa Birayên Misiman yên desthilatdar dike di vê krîza siyasî ya berdewam de li Misirê dibe.

Mihemed elBeradei, rêberê Bera Rizgarîya Niştimanî ya opozisyonê red kir ligel Kerry kom bibe û herwiha Hamdeen Sebahi û Sayed el Bedawi, ku ew jî du rêberên opozisyonê ne, nexwestin ligel wezîrê derve yê Amerîkayê bicivin. Lê rêberên din yên opozisyonê wekî Amr Mûsa û Eymen Nûr ligel birêz Kerry axivîn.

Lê li dema konferansekî rojnamevanî de ligel Wezîrê Derve yê Misirê Mihemed Kamel Amer, Kerry got ew hatiye Misirê jibo piştgirtîya gel ne ku di siyaseta welêt de alîyan bigire.

Li dema kom Wezîrê Derve yê Amerîka ligel yê Misirê kom bû, bi dehan xwepêşander ji derveyî avahîya wezareta derve ya Misirê jî lihev kom bûbûn.
XS
SM
MD
LG