Wezîrê parastina Îsraîlê Ehud Barak dibêje ku bernama navokî ya Îranê mezintirîn gef e ku rû bi rûya Îsraîlê, Rojhilata Navîn û cîhanê dibe.
Barak herwiha got ku Îsraîl hemû bijaran berçav digire jibo serederîyê bi programa navokî ya Tehranê re.
Di gotarekê de li Washington, wezîrê Îsraîlî herwiha got ku ligel bizavên diplomatîk û cezayên tund li dijî Tehranê, desthilatdarên Îranî dest ji armancên navokî yên xwe bernadin.
Îsraîl û Rojava di wê bawerê de ne ku Îran bi bizavê dike bi nepenî çekên atomî berhem bîne, lê belê Îran radigihîne ku bernama navokî ya wê bernameke sivîl e.