Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanî yê Fransî Serdana Malî Dike


Wezîrê Berevanî yê Fransî serdaneke neçaverê li bakurê rojhilata Malî kir, cîhê ku hêzên Fransî şerê mîlîtanên Îslamî dikin.

Wezîrê Berevanî yê Fransî Jean-Yves Le Drian demeke zûtir ya îro Pêncşemê geheşte bajarokê Tessalit da ku ligel 4.000 leşkerên Fransî yên li Malî bicive.

Le Drian got, leşkerên wan di vî şerî de roleke pir girîng dilîzin loma jî Fransa biryar da ku dijî terorîstên li Malî’yê bisekine.

Bajarokê Tessalit li devera Çîyayên Ifoghas e ku leşkerên Fransî û Çad’î ketine dû mîlîtanên Îslamî ku ji bajarên bakur hatine der xistin.

Serokê Fransayê Francois Hollande roja Çarşemê got, welatê wî plan dike ku li meha Nîsanê dest bi vekêşana hêzên xwe ji Malî bike.
XS
SM
MD
LG