Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Çînê Nameyeke Pîrozbahî ji Vatîkanê re Dişîne


Hikûmeta Çînê îro Pêncşemê nameyeke pîrozbahî û rexnegirtinê jibo Vatîkanê sand, piştî hilbijartina papayê nû ya Roman Katolîkan.

Peywendîyên dîplomasî ya hikûmeta Çînê ligel Vatîkanê tune ne. Her du bi awayekî berdewam rexne lihev kirine, derbarê desthilatdarîya Çînê li ser 12 mîlyon Katolîkên ku li wir dijîn.

Berdevka Wezareta Derve ya Çînê Hua Chunying got, baştirbûna peywendîyan li ser wê yekê dimîne ka Vatîkan têkîlîyên xwe ligel Taywanê qut dike û herwiha rawestandina maytêkirina xwe di karûbarên Çînê de yan ne.

Xanim Chunying herwisa pîrozbahîya hilbijartina Papa Francis kir û got ku Pekîn hêvî dike papayê nû bikaribe helwesteke pratîk û nerm hember Çînê bistîne.

Pekîn rê nade Vatîkanê ku keşeyên xwe li Çînê destnîşan bike. Vê yekê Dêra Katolîk tore kirîye.

Rêberên Çînê vê sîyaseta Vatîkanê wekî maytêkirina li karûbarên hindûrîn yê welatê xwe dibînin.
XS
SM
MD
LG