Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Albanya Mafê Penaberîyê Dide Endamên Opozisyona Îranî yên li Îraqê


Salî Berişa
Salî Berişa
Hikûmeta Albanî ragihand ku ewê mafê penaberîyê bide 210 endamên komeleke opozisyona Îranê yên ku nuha li bingehekê berê yê leşkerê Amerîkî li Îraqê dimînin.

Serokwezîr Salî Berişa roja Şembî got ku hikûmeta Tîrana jiber “sedemên mirovatî” mafê penaberîyê dide wan Îranîyan.

Birêz Berişa bi berpirsên Amerîkî re kom bû, di nav de cîgira alîkarê wezîrê derve Barbara Leaf û herwiha nûnerê Neteweyên Yekgirî li Îraqê Martin Kobler.

Hikûmeta Îraqê, ku têkelîyên bihêz bi rejîma Îranê re hene, dixwaze ku komela opozisyona Îranî Mucahidînê Xelq li Îraqê nemînin.

Li gorî Neteweyên Yekgirtî, herî kêm 3,000 endamên Mucahidînê Xelq nuha li Îraqê ne, ku dijatîya Komara Îslamî ya Îranê dikin.
XS
SM
MD
LG