Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Generalekî Mezin ji Rejîma Esed Veqetîya


Generalekî mezin yê artêşa Sûrîyê ji rejîma Beşar El Esed veqetîya û bi alîkarîya serhildayan revîya.

General Mihemed Ezzeddîn Xelûf gote televizyona El Erebîye ku morala hêzên Esed gelek kêm bûye.

General Xelûf herwiha got ku gelek kesên ku nuha jî ligel Esed in li rêberê xwe bêhêvî bûne.

Di vîdyoyekê de ku li Internetê hatîye belavkirin, xuya dibe ku General Mexlûf ligel hêzên serhildayan ber bi sînorê Urdunê diçin.
XS
SM
MD
LG