Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Serdana xwe Îsraîl û Fîlîstînê Diqedîne


Serokê Amerîka Barack Obama ber bi dawîya serdana xwe ya Îsraîl û Fîlîstînê tê. Birêz Obama hevdîtinên xwe ligel rêberên her du alîyan temam kir û bang li wan kir ku danûstandinên aştîyê bidomînin.

Li ber e birêz Obama îro Înîyê ber bi Urdunê birê keve.

Serok Obama îro Înîyê ji Orşelîm çû Bethlehem ku tev li serdana Serokê Fîlîstînê Mahmud Abbas bibe ku bi hevre herin cîhê dayikbûna Îsa Mesîh.

Pêyamhinêrê Dengê Amerîka Don Robinson dibêje, Serok Obama plan dike ku peyamekê bişîne cîhana Krîstîyan.

Serok Obama, demeke zûtir ya îro Înîyê, serdana Muzeya Yad Vashem ya Bîranîna Qirkirina Cîhuyan anku Holocaust Museum kiribû û li wê derê banga rêzgirtin û lêxweşbûna olên din kiribû.

Serok Obama îro Înîyê dihere Urdunê ku ligel Melik Abdullah kom be û çaverê ye, bi wî re li ser penaberên Sûrî yên li wî welatî bipeyîve
XS
SM
MD
LG