Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Serdana Rojhilata Navîn, Serok Vegerîya Welat


Serok Barack Obama roja Şembî serdana çar-rojî ya xwe bo Rojhilata Navîn bi dawî anî, ku yekemîn serdana wî bû wek serok bo Îsraîlê, di bizavekê de jibo nûvekirina proseya aştî ya Rojhilata Navîn.

Serok Obama roja Şembî bi rêya balafirgeha Ammanê, paytexta Urdunê, ber bi welat vegerîya.

Her roja Şembî, Serok serdana bajarê dîrokî yê Petra kir.

Roja Înî Serok Obama gihişte Urdunê û ligel Şah Abdullah kom bû jibo encamdana gotûbêjan li ser jimareka pirsan, wek kirîza penaberên Sûrîyê li wî welatî.

Her roja Înî, Serok bi cûda ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û serokê desthilatdarîya Felestînî Mehmûd Abbas kom bû.

XS
SM
MD
LG