Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Komandarê Artêşa Azad li Sûrîyê Birîndar Bû


Komandar Rîyaz Esed.
Komandar Rîyaz Esed.
Bi sedema teqînekê li rojhilata Sûrîyê, komandarekî hêzên serhildayên Sûrîyê birîndar bû.

Rêxistina Sûrî jibo Çavdêrîya Mafên Mirovan radigihîne ku Rîyaz Esed, rêberê Artêşa Azad, di wê teqînê de birîndar bû.

Rîyaz Esed karbidestekî artêşa rejîma Esed bû. Lê belê piştî serhildanê, wî dest ji rejîmê berda û xwe gihande hêzên serhildayan.

Hevdem, çend deverên Şam a paytext rastî êrîşên bi topan hatin, di nav de mizgefa Umewî, bingehekê leşkerî, hotel û avahîya televizyona dewletê.

Ajansa nûçeyan ya rejîmê, SANA, ragihand ku di wan êrîşan de yek kes hate kuştin û şeş kesên din birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG