Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çi li Amûdê Qewimî?


Do Çarşemê li bajarê Amûdê li Sûrîyê hinek alozî derketin holê, piştî xwenîşandêr nebûna elektrîkê protesto kirin.

Raport dibêjin, di encama xwepêşandinê de pevçûn navbera çekdarên Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) û xwenîşandean derketîye holê. sedemên pevçûnê ne dîyar in, lê bizavkar dibêjin, bi kêmî 4 kesên sivîl jiber guleyên çekdaran birîndar bûne.

Dengê Amerîka hewil da peywendîyê ligel bajêr bike jibo nûçeyên rast wergire, lê jiber nebûna elektrîkê û birîna xetên telefonan, peywendî nebû.

Jibo pirtir zanîn di vê derbarê de, me hevpeyvînek ligel rojnamevan Zardeşt ALî pêk anîye yê ku li bajarê Duhokê dimîne û pirsgirêkê ji nêzîk ve dişopîne.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG