Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bankayên Seranser Qibrisê Îro Pêncşemê Dîsa Vebûn


Bankayên li seranser Qibrisê, piştî ku jiber kêşeya aborî jibo du hefte girtî man, îro Pêncşemê careke din vebûn.

Gelek kes li ber avahîyên bankayan rêz bûn ku ji hesabên xwe diravan bikşînin. Hin hemwelatî qayil bûn ku hikûmet kontrola xwe deyne ser hesaban û nîsbeta kişandina diravan sînor bike.

Hikûmeta Qibrisê di xema de ye diravên welêt ji dervayê welêt bêne derxistin û di bankayan de pere nemîne.

Lê, hin Qibrisîyên din gelek tore bûn ku hikûmet sînor danaye ser kişandina diravê ku her tenî dikare rojê 383 dolaer ji bankê derxîne.

Qibris yek jî 17 welatên Ewropî ye ku dirava hevbeş Euro bikar tîne. Bankayên wî welatî ji 16'ê Adarê vir ve girtî bûn, dema hikûmetê danûstaninan dikir ku ji Bankaya Navendî ya Ewropa û Sindoqa Diravî ya Navnetewî (IMF) alîkarîya diravî wergire.

Qibris welatê pêncan yê Yekîtîya Ewropa ye ku hewceyî bi mîlyar dolaran alîkarîya diravî ye ku ji îflasê rizgar be. Berê jî Yunanîstan. Portekîz, Îrlanda û Îspanya jî ketibûn heman rewşê û alîkarîya yekîtîyê wergirtibûn.
XS
SM
MD
LG