Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî Bajarokê Dael Dixin Bin Kontrola Xwe


Bajarokê Dael
Bizavkarên Sûrî dibêjin, serhildayan bajarokekî Dael ya stratejîk îro Înîyê xistin bin kontrola xwe, li vê demê ku hêzên opozîsyonê li başûr pêşveçûna xwe didomînin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dibêje, hêzên serhilda mecbûr kirin ku hêzên hikûmetê ji bajarokê Dael ya nêzîkî sînora Urdunê derkevin, piştî şerê giran ku 24 saet berdewam kir.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan radigihîne di pevçûnan de 16 serhilda û jimareke kesên din hatine kuştin.

Deverên ku şer li diqewimin, di xaleke girîng de cîh digire û Daraa bi paytaxt Şamê re girê dide.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan herwiha ragihand ku şerên nû li deverên nêzîkî paytaxt yên wek Qabuun û Yarmuk jî qewimîn.

Şer û pevçûnên îro Înîyê, yek roj piştî ku 15 xwendekarên Zanîngehê Şamê xistine di êrîşeke hawanî de hatibûn kuştin.

Televîzyona dewleta Sûrîyê, serhildayan bi wê êrîşê tawanbar kiribû. Lê, serhildayan heta niha daxuyanîyek neda ku destê wan di wê êrîşê de heye yan ne.
XS
SM
MD
LG