Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Misirê Biryara Girtina Komedyenekî Navdar Tê Standin


Basim xwedî programekî navdar e
Basim xwedî programekî navdar e
Dozgirekî dewletê li Misirê fermana girtina komedyenekî navdar daye, bi tawana sûkirina Îslam û Serokê welêt Mihemed Morsî.

Biryara girtinê ku do Şemîyê hate dayîn, beşek e ji çend karên qanûnî li dijî Basim Yûsif, yê ku programa wî ya televizyonê ya heftane (ALbernamej) pêkenînê bi kesayetîyên giştî û medyayê dike.

Yûsif do Şemîyê li ser hesabê xwe yê malpera Twitterê nivîsî ku ewê îro Yekşemê here ofîsa dozger. Wî bi henekî got ku desthilatdar dikarin trombîleke polîsan bişînin dû wî da ku wexta çûnûhatinê jê re kêm bikin.

Grubên opozîsyonê dibêjin, hikûmeta tepeserkirina li dijî çalakvanên Misirê zêde kirîye û azadîya ramanê li welêt xistîye bin xeterê.
XS
SM
MD
LG