Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis Banga Aştîyê li Hemî Cîhanê Dike


Krîstîyanên li seranser cîhanê Eyda Easter anki Paskalya pîroz dikim. Jibo vê hilkeftinê Papayê nû Papa li Meydana St. Peter derket pêş girseya bawermendan û gotarek pêşkêş kir.

Papa Francis do gotara xwe ya ni nave “Urbi et Orbi” anku gotara ji bajêr û cîhanê re mesajên aştî û biratî li seranser dinyayê dan.

Bi deh hezaran bawermend li meydana dîrokî kom bûn ku bi kulîlkên rengûreng hatibûn xemilandin, da ku guhdarîya axaftina papa bikin.

Pope Francis di axaftina xwe de daxwaza aştîyê ji hemî cîhanê re û taybetî ji Rojhilata Navîn re kir. Wî hêvîya xwe dîyar kir ku Îsraîlî û Fîlîstînî danûstandinên aştîyê bidomînin û dawî li kêşeya dûr û dirêj bînin.

Papa Francis herwiha daxwza aştîyê li Îraqê kir û xwest ku tundîya mezhebî bisekine.

Papa bi berdewamî hêvî kir ku êş û azarên gelê Sûrîyê ji biqedin û gelek penaberên ku di rewşeke dijwar de ne bigehejin rehetîye.
XS
SM
MD
LG