Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Afganistanê Ji Qeterê Vedigere


Serokê Afganî ligel Mîrê Qeterê
Serokê Afganistanê Hamid Karzai vegerîya welatê xwe piştî serdaneke du rojan bo Qeterê, cihê ku lê pêkana vekirina ofîsekê jibo Talîbanê da ku alîkarîyê di pêşvebirina prosesa aştîya ya Afganistanê de bike.

Birêz Karzai do Yekşemê ligel mîrê Qeterê, Şêx Hemen bin Xelîfa al Thanî civîya û her du rêberan însyatîfa aştîyê û weberhênanên Qeterê li Afganistanê gotûbêj kirin.

Serokê Afganî roja Şemîyê gihiştibû welatê Kendavî ku herwiha wezîrê derve Zalmai Resûl û berpirsê Civata Bilind ya Aştîyê li Afganistanê Selahedîn Rebbanî pê re bûn.

Birêz Karzai ji zûde rijdîyê li wê yekê dike ku çi prosesa aştîyê ligel Talîbanê were kirin, pêwîst e bi rêvebirîya Afganistanê be. Serokê Afganî berê li dijî wê yek bû koma mîlîtan ji derveyî Afganistanê cihekî kombûnan pêk bîne.

Neteweyên Yekbûyî jî vê hefteyê bixêrhatina serdana Serokê Afganî bo Qeterê kir û careke din bang li Talîbanê kir ku were maseya danûstandinan.
XS
SM
MD
LG