Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstandinên Ser Programa Navokî ya Tehranê Bê Encam in


Di roja diduyan ya danûstandinên li ser programa navokî ya Tehranê de ku li bajarê Almaty ya Qazaqistanê didomin heta niha ti rêkeftin nehate ragihandin.

Tevî ku dîplomatên ji 5 endamên herdemî yên Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî û yên Alman hewilên xwe didomînin, heta niha Îran bersîvekê erênî nedaye.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkî Victoria Nuland li Washingtonê gotibû ku Îran nekarîye bersîvdaneke zelal û berbiçav bide pêşnîyara Gruba 5+1 ku li meha Sîbatê hatibû kirin.

Xanim Nuland bi berdewamî gotibû, “danûstandin girîng in, lê heta niha pêşveçûneke berbiçav peyda nebûye”. 1 group of nations during the last nuclear negotiations in February.

Li gor pêşnîyara meha Sîbatê, divê Îran kargeha xwe ya navokî bigire û uranyuma dewlemendkirî ji destê xwe derxîne. Li hember wê biryarê, toleyên aborî dê bêne sist kirin û Rojava jî rê bide Îranê ku hin berhemên xwe bifroşe derveyê.

Danûstandêrê navokî yê serekî yê Îranê Saîd Celîlî roja Pêncşemê daxwaz ji hêzên cîhanê kiribû ku mafê Tehranê ya dewlemendkirina uranyumê qebûl bikin.

Amerîka û hevalbendên wê Îranê tawanbar dikin û dibêjin, Tehran jibo çêkirina bombeyên navokî, uranyumê dewlemend dike. Lê, Îran berdewam dîyar dike ku bernama wê ya navokî jibo mebestên aştîyane ye.

Gruba 5+1 ji Amerîka, Îngîltere, Fransa, Rûsya, Çîn û herwiha ji Almanyayê pêk tê.
XS
SM
MD
LG