Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Pevçûnên Navbera Misilman û Krîstîyanan de Kesekî Din li Misirê Hate Kuştin


Kesekî din jî li paytexta Misirê mir, piştî pevçûnên do Yekşemê di navbera Krîstîyan û Misilmanan de li ba Katedraya Quptîyan.

Wezareta Saxlemîya Misirê îro Duşemê got ku qurbanîyê duwem hîn nehatîye naskirin.

Tundûtûjîya ku 89 kes birîndar bûn, do Yekşemê qewimî piştî cenazeya çar Krîstîyanên ku di pevçûnên ligel Misilmanan de li bajarokê Xosûs hatibûn kuştin. Di wî şerê de kesekî Misilman jî hatibû kuştin.

Serokê Misirê Mihemed Morsî banga vekolînekê jibo tundûtûjîya roja Yekşemê kir û êrîşa ser katedrayê wekî “êrîşek li ser xwe” binav kir.

Ji dema roxandina rêjîma otokrat ya Hosnî Mubarek li sala 2011’ê, Misirê rastî gelek pirsgirêk û alozîyên civakî û siyasî tê.
XS
SM
MD
LG