Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zincîreke Teqînan Îraq Hejand; 31 Kes Hatin Kuştin


Bi sedema hejmareke teqîn û êrîşan li paytext û bajarên din yên Îraqê bi kêmî ve 31 kes hatin kuştin, li gorî karbidestên Îraqê.

Di wan êrîşan de herwiha 200 kesên din birîndar bûn.

Ev teqîn di demekê de ne ku Îraqê xwe jibo hilbijartinên parêzgehan li roja Şembî, 20’ê Nîsanê, amade dike.

Dengdan li parêzgehên Anbar û Musilê hatîne paşxistin.

Herwiha hilbijartinên parêzgehan li Herêma Kurdistana Îraqê li demekê din birêve diçin.
XS
SM
MD
LG