Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Amerîkî li Bergumanê Peqînên Bostonê Digerin


Polîsên li eyaleta Massachusetts karê xwe didomînin ku bergumanê peqînên Maratona Bostonê desteser bikin, piştî ku bergumanê din roja Pêncşemê di teqekirinekê de hatibû kuştin.

Medyaya Amerîkî radigihîne ku beruman birayê hev in û ji Çeçenistanê ne.

Karbidest dibêjin, bergumanê bi kumê sipî çekdar û mirovekî xeter e. Ew herwiha dîyar dikin hewla wan ya lêgerînê li taxa Watertown û taxên din yên Bostonê didome ku berguman bigirin.

Walîyê eyaleta Massachusetts Deval Patrick got, rewşa heyî cîdî ye û wî daxwaz ji civakê kir ku alîkarîya wan bike.
XS
SM
MD
LG