Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Corc Sabra Bû Rêberê Hevalbendîya Opozîsyona Sûrîyê


Corc Sabra
Corc Sabra
Hevalbendîya Opozîsyona Sûrîyê roja Duşemê sîyasetvan Corc Sabera bo posta rêberê demkî yê opozîsyonê destnîşan kir.

Sabra, ku li dema desthilata Beşar El Esed û babê wî Hafiz El Esed çend caran hate binçav kirin, heta civîna opozîsyonê li roja 11’ê Gulanê dibe serokê opozisyonê.

Corc Sabra cihê Ahmed Muaz El Xetîb digire, ku li meha Adarê dest ji posta xwe berda piştî nerazîbûna wî hemberî helwesta civaka navneteweyî hemberî krîza Sûrîyê.

Sabra Mesîhî ye û li meha 11 ya sala 2011 wek serokê Encûmena Niştîmanî ya Sûrîyê hate destnîşan kirin.
XS
SM
MD
LG