Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Bikaranîna Çekên Kîmyayî li Sûrîyê Rêbaza Amerîkayê Diguhere


Serok Barack Obama û Şah Abdullah yê Urdunê.
Serok Barack Obama û Şah Abdullah yê Urdunê.
Serok Barack Obama dibêje ku bikaranîna çekên kîmyawî li dijî gelê Sûrîyê bi tevavî helwêst û rêbaza Amerîkayê diguhere hemberî kirîza du-salî ya Sûrîyê.

Rêberê Amerîkayê dibêje ku li gorî nirxandinên destpêkî yên ajansên agahîyên Amerîkî, niha hinek belgeh hene ku çekên kîmyawî hatîne bikaranîn.

Di gotarekê de piştî kombûna wî bi Şah Abdullah yê Urdunê re, Serok Obama got bikaranîna çekên kîmyawî metirsî û gef e jibo civaka navneteweyî û welatên cîranên Sûrîyê.

Serok Obama herwiha got ku kirîza Sûrîyê pirsgirêkeke mezin a ewlehî û mirovatî ye li herêmê.

Herî kêm 70,000 kes bi sedema du salên tundûtûjîyan li Sûrîyê hatîne kuştin.
XS
SM
MD
LG