Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dîsa Êrîşa Armancên di Sûrîyê de Dike


Jêder li Îsraîlê piştrat dikin ku hêza esmanî ya Îsraîlî êrîşa armancên di Sûrîyê de kir, ku bawer dihête kirin ew armanc barên çekan bin ku ber bi kemola çekdarîya Hizbullah li Libnanê diçûn.

Hikûmeta Îsraîlî bi fermî çi daxuyanî li ser wê êrîşê nedan.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ku Îsraîl şeva Pêncşemê yan demekê zû roja Înî êrîşa wan armancan kir.

Ajansa nûçeyan ya Politico li ser zimanê Senatorê Amerîkî Lindsay Graham ragihand ku Îsraîlê roja Înî bi bombeyan êrîşa Sûrîyê kirîye.
XS
SM
MD
LG