Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvanên: Bi Hezaran Sunnî li Banyas Direvin


Qurbanîyên komkujîya gundê Bayda.
Qurbanîyên komkujîya gundê Bayda.
Çalakvanên Sûrî dibêjin ku bi hezaran Musilmanên Sunnî li bajarê Banyas direvin, piştî komkujîya gundê Bayda.

Karbidestekî rêxistina Sûrî ya Çavdêrîya Mafên Mirovan gote Dengê Amerîka ku nêzîkî 4,000 Sunnî roja Şembî li malên xwe li Banyas revîn.

Karbidestî herwiha got ku hêzên ser bi hikûmeta Beşar El Esed xelkê Banyas neçar dikin ku ji malên xwe derkevin.

Rêxistina Sûrî ya Çavdêrîya Mafên Mirovan hêzên Esed tometbar dike bi encamdana komkujîya gundê Bayda.

Roja Pêncşemê herî kêm 150 kes li wî gundî hatin kuştin, ku gelek ji wan jin û zarok bûn. Piranîya xelkê Bayda Sunnî ne.
XS
SM
MD
LG