Herdu hikûmetên Amerîkî û Brîtanî hejmareke karmandên balyozxaneyên xwe li Terablusê vedikêşin.
Vekişandina diplomatên ne sereke yên Amerîkî û Brîtanî di demekê de ye ku têkelîya navbera hikûmeta Lîbyayê û komeleyên çekdar li paytextê gelek aloz dibe.
Di daxuyanîyekê de, hikûmetên Amerîkî, Brîtanî û Fransî daxwaz ji welatîyên Lîbî kirin ku xwe ji xwepêşandanên bi çek dûr bikin "di vê dema zehmet a veguhastina demokratîk de."
Li meha bihurî, balyozxana Fransî li Terablusê rastî êrîşeke bi bombeyan hat. Di wê teqînê de du endamên hêza parastina balyoxzanê birîndar bûn.