Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind a Temyîz: Kuştina Hrant Dink Tawaneke Plankirî Bû


Dadgeha Bilind a Temyîz li Tirkîyê roja Çarşemê ragihand ku kuştina rojnamevanê Ermenî yê Tirkîyê Hrant Dink tawaneke plankirî bû û karê kesekî bitenê nebû.

Lê belê dadgehê ragihand ku ew tawan ji layê "grupeke çekdarî ya terrorist" ve nehatîye encamdan.

Hrant Dink li sala 2007'ê li Stenbolê ji layê neteweperestê Tirk Ogûn Samast yê 17-salî ve hate kuştin. Dink sernivîserê (editor) heftenameya Agos bû.

Piştî du salên dadgehkirinê, tometbarkirina Samast bi tawana kuştina plankirî hate piştrastkirin û cezayê 22 sal û 10 mehên di zindanîyê de li dijî wî hate ragihandin.

Herwiha tometbarkirina Yasin Hayal bi tawana plandanan û handana kuştina Dink hate piştrastkirin û cezayê zîndanîya bi dirêjîya jîyanê li dijî wî hate ragihandin.

XS
SM
MD
LG