Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewilên Diplomasî jibo Çareserîya Rewşa Sûrî


Serokê Amerîkî Barak Obama mêvandarîya serkwezîrê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan kir û xema wan veguhestinên sîyasî bun li Sûrîyê. Du rojan pêştir Serekwezîrê Birîtanî Devid Kamiron mêvanê Koçka Spî bû jibo heman mebestê.
Her niha sikretêrê giştî yê N.Y li Rusîya ye bi hîvîya delîveya pêkînana konfiransek aştîyê nehêt ji destdan. Ev konfirans pêşnîyaza wezîrê derve yê Rusîye, jiber Mosko piştevanîyê li dan û standinên nêvbera hikumeta Esed û rikaberîyê de diket, li demê kû Amerîka û piranîya cîhana Rojava divên Esed di desthilatê de nemînit.
Her çi çareserîyên pêşniyaz kirî cih bigirit, Tirkiyê dê yarîzanek sereke bit. Lê pisyar ewe, çima bêyî Washington, Enkerê nikare karekî bike di Sûrîyê de? Erê rikaberî çi dibêje jibo dan û standinan digel rijêmê?
Di bernama Hellow Washington de Dexîlê Şemo van pisyaran û çendên dî arasteyî mêvanên bernamê;
XS
SM
MD
LG