Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Bi Dehan Çekarên Hizbullah li Sûrîyê Hatin Kuştin


Çekdarên Hizbullah.
Çekdarên Hizbullah.
Çalakvanên Sûrî dibêjin ku bi kêmî ve 23 çekdarên Hizbullah hatîne kuştin li şerê bajarê Quseyr, di demekê de ku hêzên ser bi rejîma Sûrî bizavê dikin ku wî bajarê stratejîk kontrol bikin.

Rêxistina Sûrî ya Çavdêrîya Mafên Mirovan roja Duşemê hejmara kuştî û birîndarên komela çekdarî ya Hizbullah ya Libnanî eşkere kir. Li gorî wê rêxistinê, bi kêmî ve 70 çekdarên din yên Hizbullah birîndar bûne.

Vîdyoyên ku di înternetê de belav bûne, nîşan didin ku balafirên rejîma Sûrîyê bajarê Quseyr bombebaran dikin.

Roja Yekşemê nêzîkî 14 kes li wî bajarî hatin kuştin.

Hêzên rejîma Sûrî bizavê dikin ku wî bajarî di bin kontrola serhildayan de derbixin, ji ber cihê stratejîk yê wî bajarî.

Bajarê Quseyr Şam a paytext bi kinara rojavaya Sûrîyê ve girê dide.
XS
SM
MD
LG