Bi sedema zincîreke teqînan li Bexda ya paytexta Îraqê û bajarê Besre, bi kêmî ve 70 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din birîndar bûn.
Tevaya teqînên roja Duşemê li taxên piranî Şîe yên paytextê û bajarê Besre ya piranî Şîe qewimîn.
Li Bexdayê, bi kêmî ve neh otomobîl hatine teqandin. Teqîna herî mezin li devera Şe’eb ya bakura paytextê qewimî û bi kêmî ve 12 kes haitn kuştin û 25 kesên din birîndar bûn.
Herwiha du otomobîl li bajarê Besre ya başûra Îraqê hatin teqandin.
Li heftîya bihurî herî kêm 150 kes li Îraqê hatin kuştin.