Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Rewşa Awarte li Oklahoma Ragihand


Serok Barack Obama û Cîgirê Serokî Joe Biden.
Serok Barack Obama û Cîgirê Serokî Joe Biden.
Serok Barack Obama rewşa awarte li wîlayeta Oklahoma ragihand.

Serok herwiha ferman da ajansên hikûmeta Amerîkî ku bi hemû şîyanên xwe alîkarîya qurbanîyên bahoza bajarê Moore bikin.

Di gotarekê de li Qesra Spî roja Sêşemê, Serok Obama gote xelkê Oklahoma ku tevaya welatî piştgîrîya wan dikin.

Bi sedema wê bahozê, beşekê mezin yê bajarê Moore roja Duşmê wêran bû.

Li gorî amarên herî dawî, bi kêmî ve 24 kes li Moore hatine kuştin ku 21 ji wan zarok in. Herwiha bi kêmî ve 240 kes jî birîndar bûn.

Li gorî karbidestan hêza wê bahozê 320 kîlometir bû di demjimêrekê de.

Li sala 2011’ê jî, bajarê Joplin li wîlayeta Missouri rastî bahozeke tund hat û 161 kes hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG